Lûqa 8:14 |
«Yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in, yên ku dibihîzin û diçin, bi xem, dewlemendî û kêfên vê dinyayê difetisin û berê gihîştî nadin.
|
Lûqa 12:19 |
Êdî ezê ji xwe re bêjim: Ya canê min, te ji xwe re têra gelek salan mal hilaniye. De rûne, bixwe, vexwe û kêfê bike.›
|
Lûqa 16:19 |
«Mirovekî dewlemend hebû ku cilên binefşî û ji kitanê tenik li xwe dikir. Wî her roj dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahî dijiya.
|
Karên Şandiyan 12:14 |
Gava ku dengê Petrûs nas kir, wusa kêfa wê hat, bê ku derî veke, bezî hundir û got ku Petrûs li ber dergeh e.
|
Karên Şandiyan 24:10 |
Çaxê walî îşaret da Pawlos ku gotina xwe bêje, wî bersîv da û got: «Ji ber ku ez dizanim bi salan e ku tu dadgerê* vî miletî yî, ezê bi kêfxweşî parastina xwe bikim.
|
Romayiyan 1:32 |
Bi ser ku fermana Xwedê ya rast a ku dibêje: «Yên tiştên weha dikin, mirin heq kirine», dizanin jî, ew ne tenê van tiştan dikin, lê belê kêfa wan ji yên ku dikin re jî tê.
|
Romayiyan 7:22 |
Li gor mirovê hundir kêfa min ji Şerîeta Xwedê re tê,
|
Romayiyan 13:13 |
Wek ku bi roj e, em bi awayekî serfiraz rêve herin; ne bi kêfkirina bi harîtî û serxweşî, ne bi fuhûşî û şehwetê, ne bi pevçûn û ne jî bi çavnebariyê.
|
2 Korîntiyan 12:10 |
Ji ber vê yekê ez di ber Mesîh de bi lewazî, lome, dijwarî, cefa û tengahiyan kêfxweş im; çimkî kengê ez lewaz bim, hingê ez hêzdar im.
|
Galatiyan 5:21 |
zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya* Xwedê mîras nastînin.
|
Efesiyan 1:5 |
Li gor kêf û daxwaza xwe, wî em ji pêşî ve kifş kirin, da ku em bi saya Îsa Mesîh jê re bibin zarok.
|
2 Selanîkiyan 2:12 |
da ku ew hemû yên ku baweriya xwe bi rastiyê neanîne, lê kêfa wan ji neheqiyê re hatiye, bên dîwankirin.
|
1 Tîmotêyos 5:6 |
Lê ya ku xwe dide kêfê, sax be jî mirî ye.
|
2 Tîmotêyos 3:4 |
xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin.
|
Tîtos 3:3 |
Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû.
|
Îbraniyan 11:25 |
Ji dêla ku ew demekê kêfa guneh bike, wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart
|
Aqûb 4:3 |
Hûn dixwazin û nastînin, çimkî hûn bi niyeta xerab dixwazin, da ku hûn ji bo kêfên xwe bimezêxin.
|
Aqûb 5:5 |
We li dinyayê xwe da kêf û şahiyê û we dilê xwe ji bo roja şerjêkirinê qelew kir.
|
1 Petrûs 4:3 |
Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan* dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir.
|
2 Petrûs 2:13 |
û ewê cezayê neheqiya xwe bikişînin. Roj li nava rojê, li zewq û sefa xwe dinêrin, vê yekê kêf dihesibînin. Evên ha, leke û rûreşî ne. Gava ew bi we re dixwin û vedixwin, ew bi xapandina xwe bi xwe kêfê dikin.
|
Peyxama Yûhenna 18:3 |
Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har Hemû miletan vexwar Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin; Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.»
|
Peyxama Yûhenna 18:7 |
Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe, Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê. Çimkî di dilê xwe de dibêje: ‹Ez bi şahbanûyî* rûdinim, Ez ne jinebî me Û ez tu caran şînê nagirim.›
|
Peyxama Yûhenna 18:9 |
Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin.
|
Kurdish Bible 2005 |
Kurdish New Testament and Psalms + © Turkish Bible Society, 2005 |