1 |
Kitêba* malbata Îsa* Mesîhê* kurê* Dawid ê kurê Birahîm* ev e: |
2 |
Birahîm bavê Îshaq* bû, Îshaq bavê Aqûb* bû, Aqûb bavê Cihûda* û birayên wî bû, |
3 |
Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû, Perez bavê Hesrûn bû, Hesrûn bavê Aram bû, |
4 |
Aram bavê Amînadav bû, Amînadav bavê Nehşon bû, Nehşon bavê Salmon bû, |
5 |
Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab* bû, Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû, Ovêd bavê Yêşa* bû |
6 |
Û Yêşa jî bavê Dawid* padîşah bû. Dawid bavê Silêman* bû, diya wî jina Ûrya bû, |
7 |
Silêman bavê Rêhoboam bû, Rêhoboam bavê Ebiya bû, Ebiya bavê Asaf bû, |
8 |
Asaf bavê Yehoşafat bû, Yehoşafat bavê Yoram bû, Yoram bavê Ûzya bû, |
9 |
Ûzya bavê Yotam bû, Yotam bavê Ahaz bû, Ahaz bavê Hizqiya bû, |
10 |
Hizqiya bavê Minaşe bû, Minaşe bavê Amos bû, Amos bavê Yoşiya bû |
11 |
Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna* Babîlê de çêbûn. |
12 |
Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû, Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû, |
13 |
Zerûbabel bavê Abiyûd bû, Abiyûd bavê Êlyaqîm bû, Êlyaqîm bavê Azûr bû, |
14 |
Azûr bavê Sadoq bû, Sadoq bavê Axîn bû, Axîn bavê Êlyûd bû, |
15 |
Êlyûd bavê Êlazar bû, Êlazar bavê Metan bû, Metan bavê Aqûb bû |
16 |
Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê* bû. Ji Meryemê jî Îsa* yê ku jê re ‹Mesîh›* tê gotin çêbû. |
17 |
Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş*, ji Dawid heta sirgûnbûna* Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn. |
18 |
Bûyîna* Îsa* Mesîh* jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê* Pîroz bizaro ye. |
19 |
Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde. |
20 |
Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan* di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê* Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê* Pîroz e. |
21 |
Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa* deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.» |
22 |
Ev hemû çêbûn, da ku peyva* ku Xudan* bi devê pêxember* gotibû, bê cih: |
23 |
«Va ye, keçik* wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî Îmanûêl deynin», ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.» |
24 |
Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî. |
25 |
Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa* danî.
|
Kurdish Bible 2005 |
Kurdish New Testament and Psalms + © Turkish Bible Society, 2005 |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Metta 1:1 |
Metta 1:2 |
Metta 1:3 |
Metta 1:4 |
Metta 1:5 |
Metta 1:6 |
Metta 1:7 |
Metta 1:8 |
Metta 1:9 |
Metta 1:10 |
Metta 1:11 |
Metta 1:12 |
Metta 1:13 |
Metta 1:14 |
Metta 1:15 |
Metta 1:16 |
Metta 1:17 |
Metta 1:18 |
Metta 1:19 |
Metta 1:20 |
Metta 1:21 |
Metta 1:22 |
Metta 1:23 |
Metta 1:24 |
Metta 1:25 |
|
|
|
|
|
|
Metta 1 / Met 1 |
Metta 2 / Met 2 |
Metta 3 / Met 3 |
Metta 4 / Met 4 |
Metta 5 / Met 5 |
Metta 6 / Met 6 |
Metta 7 / Met 7 |
Metta 8 / Met 8 |
Metta 9 / Met 9 |
Metta 10 / Met 10 |
Metta 11 / Met 11 |
Metta 12 / Met 12 |
Metta 13 / Met 13 |
Metta 14 / Met 14 |
Metta 15 / Met 15 |
Metta 16 / Met 16 |
Metta 17 / Met 17 |
Metta 18 / Met 18 |
Metta 19 / Met 19 |
Metta 20 / Met 20 |
Metta 21 / Met 21 |
Metta 22 / Met 22 |
Metta 23 / Met 23 |
Metta 24 / Met 24 |
Metta 25 / Met 25 |
Metta 26 / Met 26 |
Metta 27 / Met 27 |
Metta 28 / Met 28 |