A A A A A
Mizgînî di yek sal
Avrêl 16

Lûqa 13:1-22
1. Di wê demê de hinek li wir bûn û ji Îsa re li ser wan Celîliyan digotin yên ku Pîlatos xwîna wan tevli qurbanên wan kiribû.
2. Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn guman dikin ku ev Celîlî ji hemû Celîliyên din gunehkartir bûn ku ev yek hat serê wan?
3. Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wusa helak bibin.
4. An ew her hejdehên ku birca li Sîlwamê bi ser wan de ket û ew kuştin, ma hûn guman dikin ku sûcên wan ji sûcên wan hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin, bêtir bûn?
5. Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wusa helak bibin.»
6. Wî ev mesele jî got: «Di nav rezê mirovekî de dareke hêjîrê ya çandî hebû. Ew hat, da ku li berê darê bigere, lê nedît.
7. Wî ji yê rezvan re got: ‹Ev sê sal e, ez têm û li berê vê dara hêjîrê digerim û ez nabînim. Wê bibire! Ji bo çi ewê erdê jî bêkêr bike.›
8. Yê rezvan lê vegerand û got: ‹Ezbenî, îsal jî wê bihêle, heta ku ez hawirdora wê bikolim û zibil bikim.
9. Eger ev sala ku bê, wê ber da, qenc e, lê eger neda, hingê wê bibire.›»
10. Rojeke Şemiyê Îsa di kinîştekê de hîn dikir.
11. Li wir jinek hebû ku ji hejdeh salan ve ruhekî nexweşiyê pê re hebû. Ew qof bûbû û nedikarî xwe rast bike.
12. Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û ji wê re got: «Jinê, tu ji nexweşiya xwe azad bûyî!»
13. Wî destên xwe danîn ser wê, jin di wê gavê de rast bû û pesnê Xwedê dida.
14. Lê serekê kinîştê bi hêrs ket ku Îsa di roja Şemiyê de sax kir. Wî dest pê kir û ji xelkê re got: «Şeş roj hene ku divê mirov di wan de kar bike. Ne di roja Şemiyê de, lê di wan rojan de werin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.»
15. Lê Xudan lê vegerand û got: «Hey durûno! Ma her yek ji we roja Şemiyê ga an kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê?
16. Îcar eva ha ya ku keçeke Birahîm* e û ev hejdeh sal bû, Îblîs ew girêdabû, ma bila ew di roja Şemiyê de ji vê qeyda ha nehata vekirin?»
17. Gava wî ev tişt gotin, neyarên wî hemû fihêt bûn û tevahiya elaletê bi wan kerametên birûmet ên ku wî dikirin, şa dibûn.
18. Îcar Îsa got: «Padîşahiya Xwedê mîna çi ye? Û ez wê bimînînim çi?
19. Ew dimîne vê yekê: Mirovekî libeke xerdelê bir û avêt baxçê xwe. Ew şîn bû û bû dar û teyrên ezmên hêlînên xwe di nav çiqilên wê de çêkirin.»
20. Û wî dîsa got: «Ma ez Padîşahiya Xwedê bimînînim çi?
21. Ew mîna hevîrtirşk e ku jinekê hilda û xist nav sê çap* ar, heta hemû tirş bû.»
22. Û Îsa di gund û bajaran re derbas dibû, hîn dikir û ber bi Orşelîmê ve diçû.