A A A A A
Mizgînî di yek sal
Avrêl 12

Lûqa 11:1-28
1. Carekê Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kiriye.»
2. Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin: Ya Bavo, Navê te pîroz* be, Bila Padîşahiya te bê.
3. Nanê me yê rojane, roj bi roj bide me.
4. Û li gunehên me bibihûre, Çimkî em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin Û me nebe ceribandinê.»
5. Û wî ji wan re got: «Kî ji we dostekî wî hebe û ew nîvê şevê here ba wî û jê re bêje: ‹Dosto, ka sê nanan bi deyn bide min,
6. çimkî dostê min ji riyeke dûr hatiye ba min û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.›
7. Û yê din jî ji hundir lê vegerîne û bêje: ‹Min reht neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û bidim te.›
8. Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo dostaniyê ranebe û nede wî jî, ewê ji ber bêerziya wî rabe û çi jê re lazim be, wê bide wî.
9. Û ez ji we re dibêjim: Bixwazin, wê ji we re bê dayîn, Lê bigerin, hûnê bibînin, Li derî bixin, ewê ji we re vebe.
10. Çimkî yê ku dixwaze, distîne Û yê ku digere, dibîne Û yê ku li derî dixe, jê re vedibe.
11. Ka di nav we de bavek heye ku kurê wî masiyekî jê bixwaze û ew di şûna masî de marekî bide wî?
12. An ku ew hêkekê bixwaze û ew dûpişkekî bide wî?
13. Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê* ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»
14. Îsa cinekî lal derdixist û gava ku cin derket, yê lal peyivî û elalet şaş ma.
15. Lê hinekan ji wan got: «Ew bi serekê cinan Belzebûl*, cinan derdixe.»
16. Hinekên din ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.
17. Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe, wêran dibe û mal li hember malê derdikeve.
18. Û eger Îblîs li dijî xwe bi xwe rabe, padîşahiya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez bi Belzebûl* cinan derdixim.
19. Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma yên ku li pey we tên wan bi kê derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên* we.
20. Lê eger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, nexwe hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we.
21. Çaxê yekî çekdar û bi hêz qesra xwe diparêze, tiştên wî di ewlehiyê de dimînin.
22. Lê çaxê yekî ji wî bihêztir bavêje ser wî û bikare wî, wê hemû çekên wî yên ku ew li wan ewle dibû, bistîne û talanê leva* bike.
23. Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.
24. «Çaxê ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew li cihên bê av digere ku rihetiyê bibîne, lê nabîne. Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê derketime.›
25. Îcar tê û dibîne ku ew maliştî û xemilandî ye.
26. Hingê ew diçe û heft ruhên din ên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevinê û li wir rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe.»
27. Çaxê Îsa hê ev tişt digotin, jinekê ji elaletê dengê xwe hilda û ji wî re got: «Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.»
28. Lê wî got: «Rast e, lê hê bêtir xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!»