A A A A A
Mizgînî di yek sal
Reşemî 27

Marqos 6:1-29
1. Îsa ji wir derket û çû bajarê xwe. Şagirtên wî jî li pey wî çûn.
2. Çaxê bû roja Şemiyê, wî di kinîştê de dest bi hînkirinê kir û gelekên ku ew bihîstin, gelek şaş man û gotin: «Vî mirovî ev tişt ji ku derê anîn? Ev çi şehrezayî ye ku jê re hatiye dayîn? Ev çi keramet in ku bi destê wî çêdibin?
3. Ma ev ne xerat e? Ma ev ne kurê Meryemê* û birayê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimûn e? Ma xwişkên wî ne li vir di nav me de ne?» Bi vî awayî ew ji wî enirîn.
4. Îsa jî ji wan re got: «Pêxemberek* ji bajarê xwe, di nav mirovên xwe de û ji mala xwe pê ve, li cihên din ne bê siyanet* e.»
5. Wî li wê derê nikaribû tu keramet bikira, bi tenê destên xwe danîn ser çend nexweşan û ew qenc kirin.
6. Îsa li bêbaweriya wan şaş ma. Îsa li gundên hawirdorê digeriya û hîn dikir.
7. Wî her diwanzdeh gazî ba xwe kirin û dest pê kir, ew cot bi cot şandin û li ser ruhên nepak desthilatî da wan.
8. Li wan emir kir û got: «Ji bo rêwîtiyê ji bilî dar tu tiştî bi xwe re nebin: Ne nan, ne tûr û ne jî di kemberê de pere.
9. Çaroxên xwe bikin piyê xwe, lê du kirasan wernegirin.»
10. Ser ve zêde kir û got: «Her li ku derê ku hûn bikevin malekê, heta ku hûn ji wî cihî derkevin, li wê malê bimînin.
11. Ew cihên ku we qebûl nekin û guh nedin gotina we jî, gava hûn ji wir herin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ev ji bo wan bibe şahidî.»
12. Ew jî bi rê ketin û wan hîn kir ku mirov tobe bikin.
13. Wan gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşan didan û ew qenc dikirin.
14. Û Hêrodês* padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derketibû. Hinekan digot: «Ev Yûhennayê* imadkar e ku ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»
15. Lê hinekan jî digot: «Ev Êlyas* e.» Hinekên din jî digotin: «Ev pêxemberek* wek pêxemberên dema berê ye.»
16. Lê gava Hêrodês ev yek bihîst, wî got: «Yûhennayê ku min serê wî jêkiriye, ji nav miriyan rabûye.»
17. Çimkî Hêrodês bi xwe Yûhenna dabû girtin, girêdabû û avêtibû zîndanê. Wî ev ji ber Hêrodiya jina Filîposê birayê xwe kir, çimkî wî ew ji xwe re anîbû.
18. Lê Yûhenna jê re gotibû: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»
19. Loma kîna Hêrodiya ji Yûhenna hebû, dixwest ku wî bide kuştin, lê bi ser nediket,
20. çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz* e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir.
21. Îcar fersendek derket. Hêrodês ji bo rojbûyîna xwe ziyafetek da malmezin, serdarên leşkerî û giregirên Celîlê.
22. Gava keça Hêrodiyayê ket hundir, reqisî û ev yek li Hêrodês û vexwendiyên li ser sifrê rûniştî xweş hat. Hingê padîşah ji keçikê re got: «Tu ji min her çi dixwazî bixwaze, ezê bidim te.»
23. Û wî jê re ji dil sond xwar û got: «Tu ji min her çi bixwazî, ezê bidim te, heta nîvê padîşahiya xwe jî!»
24. Keçik derket û çû ji diya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Diya wê jî got: «Serê Yûhennayê imadkar!»
25. Keçik hema bi lez çû ba padîşah û daxwaza xwe jê re got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhennayê imadkar li ser sêniyekê bidî min.»
26. Padîşah gelek xemgîn bû. Lê ji ber ku li pêşberî vexwendiyan sond xwaribû, nexwest soza ku daye wê, bişikêne.
27. Padîşah hema celad şand, emir lê kir ku serê Yûhenna bîne. Celad jî çû zîndanê, serê wî jêkir
28. û li ser sêniyekê anî û da keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe.
29. Gava ku şagirtên* Yûhenna ev yek bihîstin, hatin cesedê wî birin û di gorekê de veşartin.