Mizgînî di yek sal Avrêl 28Lûqa 19:28-4828. Piştî Îsa ev tiştên ha gotin, derket ser rê, di pêşiyê wan de çû, da ku here Orşelîmê.29. Çaxê ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê dibû, li cihê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin, wî du şagirtên xwe şandin30. û ji wan re got: «Herin vî gundê pêşberî we. Gava hûn bikevin nav gund, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin vir.31. Û eger kesek ji we bipirse û bêje: ‹Çima hûn wê dehşikê vedikin?› weha bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim e.›»32. Yên ku hatibûn şandin çûn û her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin.33. Gava wan dehşik vedikir, xwediyên dehşikê ji wan re gotin: «Çima hûn dehşikê vedikin?»34. Wan jî got: «Ew ji Xudan re lazim e.»35. Û dehşik anîn ba Îsa. Wan cilên xwe ji Îsa re danîn ser dehşikê û ew lê siwar kirin.36. Gava Îsa diçû, xelkê ji wî re cilên xwe li ser rê radixistin.37. Êdî gava ew nêzîkî berwara Çiyayê Zeytûnê bû, elaleta şagirtên wî dest pê kir û bi dilxweşî û bi dengekî bilind pesnê Xwedê ji bo wan hemû karên mezin ên ku dîtibûn, didan.38. Û wan digot: «Pîroz be ew Padîşahê Ku bi navê Xudan tê. Li ezmên silamet Û li bilindahiyan rûmet!»39. Û hin ji Fêrisiyan, yên ku di nav wê elaletê de bûn, ji Îsa re gotin: «Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!»40. Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»41. Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya42. û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya* te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin.43. Roj wê bi ser te de bên, ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her aliyî ve te bidin tengahiyê44. û wê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ewê di nav te de kevir li ser kevir nehêlin, çimkî te wextê serdana xwe nezanî.»45. Îsa ket Perestgehê û dest pê kir, yên ku tê de kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve46. û ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Mala min wê bibe mala duayê›, Lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran›.»47. Îsa her roj di Perestgehê de hîn dikir. Serekên kahînan*, Şerîetzan* û giregirên gel dixebitîn, ku wî bikujin,48. lê wan nikaribû tiştekî bibînin ku bi wî bikin, çimkî tevahiya xelkê ji dil guhdariya wî dikir. Kurdish Bible 2005 Kurdish New Testament and Psalms + © Turkish Bible Society, 2005